24 Mayıs 2013 Cuma
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Esnafên Wanê li ber îflasê ne
13 Haziran 2012 Çarşamba 17:55

'Esnafên Wanê li ber îflasê ne'

Komeleya Gokkuşagi ya Wanê li ser rewşa esnafên Wanê û piştî erdhejê rewşa Wanê lêkolîn kir û anket amade kir. Komeleyê diyar kir ku esnafên Wanê hatine sînorê îflasê.


Komîsyona Esnafên Komeleya Piştevanî, Çand û Perwerdehiyê ya Gokkuşagi ya Wanê, piştî 2 erdhejên mezin bi ser Wanê de pêk hatin û koçek mezin dest pê kir, li ser rewşa esnafên Wanê û aboriya Wanê lêkolîn kirin. Di heyeta lêkolînê de endamên komîsyonê Burhan Adali, Kemal Çelen, Bayram Kaplan, Veysel İncî, Mahmut Bîlîcî, Yunus Îrez, Şukru Çakil û Kenan Yildiz, bi esnafên bajar re hevdîtin kirin û rapor amadek kirin. Komîsyonê rapora ku ji 4 rûpelan pêk tê amadekir û bi cemaweriyê re parve kir. Komîsyonê di raporê de diyar kir ku piştî erdhejê li Wan û Erdîşê gelek windaniyên mezin pêk hatine û li gel vê windaniya mezin dewletê piştgirî nedaye welatî û esnafan. Komîsyonê da zanîn ku pirsgirêkên esnafan nehatiye çareserkirin û betalî zêdetir bûye. 

'Pirsgirêk bi tevkariyê çareser dibin'

Komisyonê da zanîn ku li gel tespîta zerarê hatiye kirin jî dîsa alîkarî bi esnaf û welatiyan re nehatye kirin û welatî bi derfetên xwe li ser piyên xwe têkoşina jiyanê didin. Heyetê di raporê de anî ziman ku pêdiviya welatî û esnafan ji piştgiriya hikûmetê heye û divê bi lezgîn alîkarî bê kirin. Komîsyonê destnîşan kir ku eger hevkariyek bi tevahî û pevpar bê kirin dê welatî karibin birînên xwe bicebirînin.

Pirsgirêkên esnafan: 

* Hikûmetê soza dê alîkariya qirêdiyê bidin esnafan û deynê wan ê qirêdiyê rawestine, lê soza xwe bi cih neani. Divê bi lezgîn krediyên KOSGEB'ê bidin esnafan. Divê deynê Bag Kur û SGK'ê û her wiha deynê bajê neyê xwestin. 

* Piştî erdhejê fatoreyên ceyranê bêtir welatî û esnaf mexdûr kirine. 

* Di erdhejê de malê gelek esnafan wêran û talan bû. Li ser zerara esnafan hikûmetê tu daxuyanî û alikarî neda. 

* Di vê pêvajoyê de çekên esnafan nehatin razandin. Ji ber ku çekên esnafan nehat razandin esnaf nikarin mal bistînin û bifiroşin. 

* Pirsgirêkên esnafan yên bi Bag Kurê re pir zêde ne. 

* Deynê banga û Qirêdiyan ên berê hatin betalkirin, lê di banqayên dewletê de pirsgirêk heye.

* Baweriya gel û esnafan a li hemberî hikûmetê û dewletê hejiya ye. Gelek welatiyan ji alîkariya ku dewletê belav kiriye sûd negirtine. 

Pêşniyarên çareseriyê: 

* Divê sozên ku dane welatî û esnafên Wanê bi lezgîn têkevin meriyetê. 

* Divê pirsgirêkên burokrasiyê yên giran bi lezgîn ji holê rabe. 

* Divê efoya sicîlan a çekê esnafan bê kirin. 

* Divê deynê av û ceyranê yê 6 mehan bê taloqkirin. 

* Divê KOSGEB alîkariyê bide hemû esnafan. diha

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
RÖPORTAJ